Parêzer Several Ballikaya: Mifteya aştiyê Îmrali ye 2024-02-12 09:04:18   Marta Somek   STENBOL - Yek ji parêzerên ku ji bo hevdîtina Îmraliyê serî li CPT û Wezareta Dadê da, Several Ballikaya bû. Severalê got: “Ji bo aştiyê gavek nayê avêtin. Divê tecrîd bê rakirin.  Ji bo aştî pêk bê Îmrali mifteya aştiyê ye. Çareseriya vê pirsgirêkê, vebûna deriyên Îmraliyê ye û divê şert û merc bên avakirin ku Abdullah Ocalan  îradeya xwe ya çareseriyê dayne holê.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya navneteweyî radestê Tirkiyeyê hat kirin. Di ser komployê re 25 sal derbas bû û ji wê rojê de ye Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Abdullah Ocalan di 31’ê Gulana 1999’an de li Îmraliyê hat darizandin û parastinên kiribû, bûn pirtûk û ji aliyê gelên cîhanê ve eleqeyek mezin dît. Ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Hejmar 2 a Enqereyê (DGM) ve di 29’ê Hezîrana 1999’an de cezayê darvekirinê hat dayîn û di Tebaxa 2002’an de cezayê darvekirinê di çarçoveya qanûnên YE’yê de hat rakirin û cezayê darvekirina Abdullah Ocalan veguherî muebetê.   Serlêdan û hewldanên ji bo hevdîtinên bi Îmraliyê re didomin. Di 12’ê Çile de 14 rêxistinên civaka sivîl ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li CPT dan. Herî dawî di 22’ê Çile de ji 35 baroyan hezar û 330 parêzerî li Amedê daxuyaniyek dan û serî li wezareta dadê dan.    Yek ji parêzerên ku serlêdn kir Several Ballikaya bû. Severalê der barê pêvajoyê de pirsên ajansa me bersivand.    *Hûn pêvajoya girtina Abdullah Ocalan û pergala muebeta giran wek hiqûqî çawa dinirxînin? Li gorî we ya ku bi komployê hat armanckirin çi bû?   Abdullah Ocalan bi operasyoneke hepvar a navbera dewletan ku NATO tevli bû anîn Tirkiyeyê. Derxistina ji Sûriyeyê jî bi operasyona hepvar pêk hat. Pêvajoyek navbera Atîna, Rusya û Romayê de pêk hat bû. Herî dawî ji Naîrobî bi balfirê anîn Tiriyeyê. Di serî de DYA, dewletên NATO’yê tevli vê operasyonê bûn. Ji ber pirsgirêka Kurd pirsgirêkek di nav dewletan de bû. Ji ber vê gelên Rojhilata Navîn jî eleqeder dikir.   Çareseriya pirgirêka Kurd asteng kirin   Tahsîskirina balfairê jî tê de operasyona mezin bi veşartinê hat kirin. Çima wisa kirin? Ji ber pirsgirêka Kurd gelek pirsgirêkên din dihewand. Di hevsengiyên Rojhilata Navîn de mudaxaleyên DYA’yê pir aşkerane. Pirsgirêka Kurd jî di navîna vê de ye. Pirsgirêka Kurd xwedî statuyeke ku projeya wan asteng dikir bû.   Ji bo çareseriyê çû Ewropayê   Abdullah Ocalan di çûyîna Ewropayê de di daxuyaniyên xwe de jî dibêje bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd diçe. Lê çareseriya pirsgirêka Kurd ji ber li pêş statuya ku DYA dixwaze li Rojhilata Navîn bidest bixe, hat astengkirin. Ji ber vê jî heta pêvajoya Îmraliyê,  her tişt hat hesab kirin. Bi vî awayî li gorî  komloyê pêvajoyek darizandinê dest pê kir.   Mafên qanûnî pêk nehatin   Di vê pêvajoyê de li ser helwesta Yewnanîstan û Îtalyayê sekinandin girînge. Di wê pêvajoyê de hiqûq pêk nehat.  Di nokteya naskirina statuya penaberiyê de,  daxwaza hevdîtinekê jî qebûl nekirin û vê jî asta ewil a darizandinê dabû destpêkirin. Piştî vê li Îmraliyê tecrîdê destpê kir û girtîgeheke ku ji hemû girtîgehên din cudatir hat avakirin. Mafên qanûnî pêk nehatin. Ji dema kirin balafirê dest bi êrîşên ku îradayê seqet dike û êrîşên fîzîkî kirin.   Bi awayekî lezgîn darizandin kirin   Bi parêzeran re hevdîtin dan kirin lê darizandin di şertên ku rayagiştî bibîne de pêk nehat. Komeleya Hiqûqnasên Hevdem, Baroya Stenbolê serlêdan kirin ku temaşe bikin û raporê bigirin. Lê nehat qebûlkirin. Bi awayekî lez û bez ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve hat darizandin û cezayê muebeta giran lê hta birîn.   Di vê pêvajoyê de bazarên mezin hatin kirin…   Wê demê bi taybet li Tirkiyeê pêla netewperestiyê gihişt astên mezin. Me şahidiya vê kir. Parêzeran der barê Abdullah Ocalan de dema daxuyaniyek dikirin bi êrîşên lînçê re dihatin rû hev. Li hember parêzeran êrîşa fîzîkî pêk dihat. Operasyonên girtîgehan jî li pey vê pêk hatin. Guherînên hevsengiya li cîhanê piştî vê dîrokê dest pê kir. Di vê pêvajoyê de bazarên mezin p^ke hatin. Dewletên di Projeya Rojhilata Navîn a Mezin de cih girtin li ser esasan hevdîtin pêk anîn.   Pergala muebeta giran   Di pergala tecrîd û cezayê muebeta giran ya li Abdullah Ocalan hat birîn de hatin astek nû. Li girtîgehan bû destpêka dema nû. Piştî guhertina cezayê darvekirinê şûnde, cezayê muebeta giran hat birîn. Bi vî awayî cezayê muebeta giran ya ku tecrîda giran dihewand destpê kir.   Bi komployê çi hat jiyîn?    Li her erdnîgariya ku Kurd lê dijiyan, pirsgirêka Kurd di vê demê de ket mecrayek nû. Di alî Tirkiyeyê de jî bû destpêka pêvajoyeke ku pergala hiqûqî ya dihat xwestin bê avakirin. Piştî vê di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de gav nehatin avêtin. Ev dem bû destpêka pêvajoya zextan. Bi tecrîdê demokrasî nehat avakirin û ev bû destpêka demê.  Di pêvajoya girtîgehan de jî hewl dan muxalefetê bi giştî ji holê rakin. Di pegala daraza Tirkiyeyê de jî guherînek çêbû. Piştî qebûlkirina qanûna têkoşîna bi terorê re,gelek pêkanîn ketin jiyanê.    * Ev 35 mehe tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Ne malbat ne parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Hûn bêdengiya CPT û mekanîzmayên navneteweyî çawa dinirxînin?   35 mehe agahî nayê girtin û ev berdewama komployê ye. Dema Abdullah Ocalan re hevdîtin dihatin kirin me dît ku lêgerînên çareseriyê hene û serkeftî jî dibû. Yên ku hevdîtin qedexe kirine vê dizanin. Dema pisgirêk giran bû, hevdîtin jî dihatin qedexekirin. Tecrîda giran, têkildarî nêzîkatiya li hember pirsgirêkê ye.   Dema hevdîtinan berdewam dikir îzolasyon hebû   Li aliyê din jî ji bo çareseriya pirsgirêka li Rojava nirxandinê  gavên girîng û mezin avêt. Bi hevdîtinên xwe ev gav avêt. Rastiya hevdîtinan bi mezinbûna têkoşînê re hat tespîtkirin. Lê pêşiya van hevdîtinan hat girtin û di nokteya çareseriya pirsgirêkê de pergalê îrade nîşan neda. Ev rewş ji aliyê Incommmunîcado û CPT ve jî nikare bê qebûlkirin. Pergala li Îmraliyê wisa ye. tEvî ku parêzeran bi sedan carî sreî li DMME, DDB, CPT, NY’ê da jî bersivek nehat girtin. Bêdengiya xwe diparêzin.   Di serlêdanan de bi awayekî şênber tespîtek hat kirin. Ev tecrîd li dijî mafê mirovan e. Divê şert û merc demidlest bên başkirin. Ev tepsît ji aliyê CPT ve jî tên zanîn. Lê tevî vê ne hevdîtinek tê kirin ne jî di vê mijarê de Tirkiye tê hişyarkirin û cezakirin. Ev li dijî hiqûqiyê. Li cîhanê mînaka vê tuneye. Bi tecrîdê re neçarerî jî didome. Ev tiştên îro tên jiyîn, tablya ku çareserî nayê xwestinê ye.   *We di meha Çile de serî li CPT û wezareta dadê da. Di alî naveroka serlêdan û bidawîbûna tecrîdê de hûn hewldanan çawa dinirxînin?   Tecrîda giran divê demildest bidawî bibe. Divê şer bi dawî bibe û hawireke ku mirov nayên qetilkirin bê avakirin û ji bo gavavêtinê jî mifte Îmrali ye. Îro ji bo ev pêkanînên dijdemokratîk yên tên jiyîn ji hlê bên rakirin û aştî pêk bê divê ev gav bên avêtin. Her ku şer bidome wê şansê aştî û aramiya gelan tunebe. Ji bo pirsgirêkên li girtîgehan nedomin û demokrasî bê avakirin ev gav pêwiste. Divê  tecrîd bê rakirin. Di vî alî de hiqûqnas, aktîvîstên mafê mirovan û girseyên demokratîk bang kirin. Li cîhanê div î alî de bang û xebat tên kirin. Serlêdan têkildarê vê de bûn . Hezar û 300 îmze hene. Di serlêdanê de jib o çareseriya pirsgirêkê bang tê kirin ku CPT biçe Îmraliyê û gava ji bo çareseriyê bê avêtin û raporek bê amadekirin bi rayagiştî bê ragîhandin.   *Ji 27’ê Mijdarê de ye li girtîgehan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan grev hene û li her çar alî cîhanê jî çalakî didmin. Hûn van çawa dinirxînin?   Grevên li girtîgehan ketine astek qirîtîk. Girtî azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Hêvîdar im ev banga wan encamek erênî bigire. Divê tecrîda giran ya li Îmraliyê teqez bi dawî bibe. Divê muxalefeta civakî di nokteya aştî û demokrasiyê de xwe nîşan bide. Tecrîda li Îmraliyê û cihekî din tecrîda me hemûyane. Ev bandor li me jî dike. Ji ber vê jî ev pirsgirêk pirsgirêka hemû rayagiştî ye. Divê ji bo aştiyê gav bê avêtin.