Bandora komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rojhilata Navîn 2024-02-12 09:03:47   Melek Avci   ENQRE - Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikeve sala 26’an. Di çarçoveya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin a NATO’yê de herêm hîna  navenda şer û pevçûnan e.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya navneteweyî radestê Tirkiyeyê hat kirin. DYA ji bo Proeya Rojhilata Navîn a Mezin bike jiyanê gava yekem komploya li henber Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir jiyanê û piştî vê şerê li herêmê destpêkiribû. Abdullah Ocalan mudaxaleya Rojhialta Navîn wiha îfade kiribû:“Senaryoya dagirkirina Iraqê jî girêdayê teslîmkirina min e. Dagirkirin bi operasyona li hember min dest pê kiriye. Heman tişt di dagirkirina Afganîstanê de jî derbasdar e. Pêkhatina Projeya Rojhilata Navîna Mezin gava ewil û operasyonek li hember min e. Ya rast yek ji gavên diyarker ên bicihanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin û gava wê ya destpêkê operasyona li dijî min bû. Ecevît belasebep negot, 'Min kir nekir fêhm nekir ku çima Ocalan teslîm kirin'. Çawa ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi kuştina Welîahdê Awûstûryayê bi destê neteweperestekî Sirp dest pê kir, 'Şerê Cîhanê yê Sêyemîn' jî bi operasyona li dijî min hatibû destpêkirin. Roja 15’ê Sibatê ne roja şînê ye; roja aqilgirtin û erka xwe derxistina zanebûne ye, roja eşkerekirina komployê ye. Komploya ku dixwazin di şexsê min de pêş bixînin, gelek kûr e.   Pevçûnên ewil    Hêzên hegemonîk ji bo berjewendiyên xwe biparêzin bi komployê ‘Sêyemîn Şerê Cîhanê’ dan destpêkirin. Dewlemendiyên Kurdistan û Rojhilata Navîn û çavkaniyên wan iştaha wan vedikir. Divê faşîzmê û pergala kapîtalîst dest dirêj bikira.  NATO û Ewropaya Rojava li dijî  tevgerên çep, şoreşa Çînê û SSCB’ê ava bû yek ji hîmên sêyemîn şerê cîhanê ava bibû. Piştî SSCB ji dewrê derket qert ji nû ve hatin belavkirin û berê xwe dan tevgera Kurd û Serokê PKK’ê.”   Êrîşên provakasyonê   Pêvajoya bi komplo û mudaxaleya DYA’yê  dest pê kir, di 11’ê îlona 2001’ê de  bi provakasyona li hember Kuleyên Çêwik şerê Afganîstan û Iraqê hat detspêkirin. Îro desthilatdariya Tirkiyeyê jî di bin navê ‘têkoşîna bi terorê re’  NATO mudaxaleyê Rojhilata Navîn dike.AKP di piştgiriya vê projeyê de di eniya pêş de ye.   Ji bo El Kaîdeyê alîgiriya bi Erebistana Siûdî re   El Kaîdeyê li hember Kuleyên Çêwik êrîş pêk anîn.  Erebistana Siûdî ku malbata esas a El Kaîdeyê ye, li aliyekî hat hiştin û dagirkirina Iraq û Afganîstanê hat destpêkirin. Di 7’ê cotmeha 2001’ê de DYA û Îngîlîstanê  li hember Afganîstanê şer dan destpêkirin. Bi girtina Usame Bîn Ladîn û qedandina rêxistinên din wê biqediya. NATO’yê di 30’ê Tebaxa 2021’ê de leşkerên xwe jê kişand û DYA’yê gelê Afgan jinên Afgan teslîmê vê rêxistinê kir. Derket holê ku armanc  ne aştî û tunekirina terorê ye.   Dagirkirina Iraqê   Di 20’ê Adara 2003’an de bi pêşengiya DYA û Îngîlîstanê şerê Iraqê hat destpêkirin. Serokwezîrê DYA’yê yê demî George W. Bush got Saddam Huseyîn çekên îmhayê hildiberîne û vedişêre, parçeyek şerê navneteweyî ya bi Îran û Koreyê re ye.  Amerîkayê got Saddam Huseyîn piştgiriyê dide El Kaîdeyê û dest bi şer kir.  Encama şer de Saddam Huseyîn hat girtin û darvkeirin.  Têkiliya Saddam a bi El Kaîdeyê re nehat îspatkirin. Çekên îmhayê yên mezin jî nehatin dîtin. Di şerê Iraqê de navbera 2003-2011’an de 461 hezar kesî jiyan axwe ji dest da. Di 2004’an de pevçûnên mezhebi pêk hatin.Di 15’ê Kanûna 2011’an de şer bi awayekî fermî bi dawî bû.   Bihar e an zivistan e   Ev şerê bi BOP hat destpêkirin bêguman bi Afganîstan û Iraqê sînor nema. Welatên Ereb- Îslamî pêça û her kes ket têkoşîna hebûnê. Di 2011’an de serhildanên jê re gotin ‘bihara Ereban’ det pê kir. Pêvajoya xistina dîktatoran hat destpêkirin. Hêzên emperyal bêguman vê pêvajoyê çeteyên xwe yên xwedî kiribûn ji bo xwe bi kar anîn û kiribûn xizmeta projeyên xwe. DYA-NATO’yê bi vê êrîşê pêvajoya zivistanê destpê kiribûn hedef kiribûn welatên di bin mêtîngeriya NY’ê de girêdayê xwe bike. Pêvajoya bi 15’ê Sibatê des tpê kir, li Afganîstan, Iraq, Tunus, Misir, Lîbya, Sûriye, Bayreyn, Cezayîr, Urdun û Yemenê şer dabû destpêkirin.   Li herêmê şerê navxweyî neqedya, bi çekan piştgirî dan cîhadîstan, li gelan tundî û zilma mezin, koçberkirinek mezin pêk anîn.   Ev rewşa şer wê heta kengê be   Yên êrîş kirin, hîna di hewldana ku daxwazên xwe bi dest bixin de ne .Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  wiha dibêje: “Sêyemîn şerê cîhanê rastiye û navenda wê Rojhilata Navîn e. Tiştên li Iraqê tên jiyîn nîşandidin ku şerê li vir tenê welatekî eleqeder nake û têkildarî hebûn û berjendiyên hêzên hegemonîk yên cîhanê ne.Ev şer bi bêbadorkirina Îranê, bi îstîkrarkirina Ira û Afganîstanê û her wiha ger ku Çîn û Latîn Amerîka ji tehdîdbûnê derkeve dikare bidawî be. Ji ber vê em hîna di navîna şer de ne. Ev demekê dikare bidome. Carna dîplomasî carna jî tundî wê zêde dibe. Wê krîzên aborî mudaxale bikin. Niha baş tê fêmkirin ku operasyona li hember çawa di asta navneteweyî de pêk hatiye û operasyona herî mezin a NATO’yê ye.”    Çareserî li Îmrali ye   Em li pêvajoya dîrokî binêrin şerê bi 15’ê sibatê hat destpêkirin,  gotinên girtiyên niha di grevê de ne, gelên di nobetê û meşan de, siyasetmedar û parêzvanên maf ya ‘çareserî li Îmraliyê ye’ piştrast dike. Divê şer baş bê dîtin û  li nokteya destpêkê binêrin, ev çareseriyê nîşan dide.