‘Bila CPT û saziyên navneteweyî berpirsyariya xwe bînin cih’ 2024-02-11 21:39:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li bajarên cuda yên Swêdê dijîn, li paytext Stockholmê hatin ba hev û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan protesto kirin. Di meşê de hat diyarkirin ku divê CPT û saziyên navneteweyî berpisyariya xwe bînin cih.   Li  paytext Stockholmê 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî bi meşeke girseyî hat  protestokirin. Meş ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NÇDK) û Meclîsa Jinan a Amara ya Stockholmê ve hat organîzekirin.    Di meşê de belavokên bi sernavê “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hatin belavkirin. Di meşê de hat diyarkirin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê meşandin hemû qanûnên mirovahiyê binpê dike û hikûmeta Swêdê, CPT û saziyên din ên navneteweyî vexwendin berpirsyariyê.   Meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan na be” bi dawî bû.