Li Efrînê jinek ji aliyê çeteyan ve hat revandin 2024-02-11 20:52:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê komên girêdayê Tirkiyeyê  jinek revandin.    Li gorî malpera Efrîn Post, komên girêdayê Tirkiyeyê di 9’ê Sibatê de jina Kurd a bi navê Rula Hemdo (38) li Ezazê revandin.   Rula Hemdo ji navçeya Raco ye û li navenda bajarê Efrînê dimîne û dema ku  xwest li gel hevalên xwe biçe bajarê Ezazê ji aliyê çeteyên "Têkoşîna li dijî Terorê" ve hat revandin.   Hat hînbûn ku Rula birine biryageheke Ezazê, ji bilî Rula yên din hatine berdan. Ji 9’ê Sibatê de ye agahî ji Rula nayê girtin.