Kîbriye Evren wê sibê sewqî edliyeyê bê kirin 2024-02-11 17:32:41       STENBOL - Kirariyên  îfadegirtinê yên rojnameger  Kîbriye Evren ên li emniyetê temam bûn û tê payîn ku sibe sewqî edliyeyê bê kirin.    Rojnameger Kîbriye Evren di 9’ê sibatê de li navçeya Tuzlayê ya Stenbolê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Îfadeya Kîbriye Evren a li emniyetê ku 3 roj in binçavkirî ye, temam bû. Hat zanîn ku Kîbriye bi hinceta ku di sala 2021’an de ji hevala xwe ya girtî re pere şandiye bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Alîkariya fînansî daye rêxistinê” tê sûcdarkirin. Îfadeyê Kîbriyeyê li Şaxa TEM’a Kocaeliyê temam bû lê biryara nepeniyê ya ji bo dosyayê hatiye dayîn hêj didome.    Tê payîn ku Kîbriye Evren sibê sewqî edliyeyê bê kirin.