Di Nobeda Edaletê de peyama girtiyan a ji dayikan re hat xwendin 2024-02-11 15:35:28     STENBOL - Di roja 61'ê ya  çalakiya Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya MATUHAYDER'ê hat destpêkirin de, peyama girtiyên di greva birçîbûnê ya li girtîgehan de ku ji dayikên xwe re şandin  hat xwendin. Di çalakiyê de peyam hat dayîn ku têkoşîn dê hata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe dê bidome.    Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku di pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re a Marmarayê (MATUHAYDER) di 13'ê Kanûna 2023'an de hatibû destpêkirin, li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Esenyurtê  di roja 61'emîn de berdewam kir. Li salona ku çalakî lê tê lidarxistin pannkarta bi nivîsa “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişkînin, ji girtîgehan re bibin deng" hate daliqandin.  Çalakger û ziyaretvanan di saetên serê sibê de bi pêşmalkên spî yên bi tirkî û kurdî "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin û nobed girtin.   Heta azadiya fîzîkî dê têbikoşin!   Tevî çalakgerên nobedê, Rêxistina DEM'ê ya Gungorenê û Rêxistina Navçeya Bakirkoyê û gelek kes tevlî çalakiya îro bûn Dayikan destnîşan kirin ku heta azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ew ê di çalakiyan de bin.   Ji girtiyên di çalakiyê de ji bo dayikan peyam   Piştre di dema nobetê de peyama girtiyên di greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji çalakgerên Nobeda Edaletê re şandin, hat xwendin. Di vê navberê de çalakger û mêvanan bi hev re bi tilîlî û  dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.   Çalakiya nobetê bi stran û dirûşman dewam kir.