Kibriye Evren 3 roj in di bin çavan de ye 2024-02-11 14:46:58     STENBOL - Rojnameger Kîbriye Evren ev 3 roj in li Şaxa TEM’a Kocaeliyê binçavkirî ye.    Rojnameger Kîbriye Evren di 9’ê sibatê de di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin. Kibriye, piştre jî birin Şaxa TEM’a Kocaeliyê. Hat zanîn ku Kibriye bi hinceta ku di sala 2021’an de ji hevala xwe ya girtî re pere şandiye bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Alîkariya fînansî daye rêxistinê” tê sûcdarkirin. Biryara nepeniyê ya ji bo dosyayê hatiye dayîn hêj didome û karûbarên Kibriye ên li emniyetê hêj bi dawî nebûne.