Konferansa jinan a li Reqayê bi encamnameyekê bi dawî bû 2024-02-10 21:26:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa jinan a li Reqayê bi bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin" dest pê kir, bi encamnameyê bi dawî bû.   Konferansa ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin" li Reqayê dest pê kir, bi encamnameyek bi dawî bû. Konferans bi beşdariya 156 endam û kesayetên jin ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin.   Konferans bi xwendina mijara sêyemîn a li ser ˊpêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalanˊ dewam kir. Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim li ser çalakiyên Kongra Star û Kombûna Jınan a Zenûbiya yên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivî.