Di Nobetên Edaletê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan 2024-02-10 16:08:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Serdanê ji bo Nobetên Edaletê didomin û di axaftinên hatin kirin de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat xwestin.   Nobetên Edaletê ku xizmên girtiyan dabû destpêkirin li Wan, Stenbol, Mersîn, Mêrdîn û Êlihê berdewam kir.   Stenbol   Nobeta Edaletê ya li Stenbolê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER) di 13’ê Kanûnê de hat destpêkirin di roja 60’emîn de li avahiya DEM Partî ya Esenyurtê berdewam kir. Ligel welatiyan Tevgera Karkerên Yekbûyî (BÎH), Kongreya Îslamî ya Demorkatîk(DÎK), rêxistina DEM PartÎ ya Beyoglu û Esenyurtê çûn serdanê.   Ji BÎH’ê Arzu Baysungur da zanîn ku berxwedana dayikan bi nirxe, tecrîd sûcê mirovahiyê ye û got çalakiya Nobeta Edaletê ferze.   Ji DÎK’ê Ekrem Baran jî daxuyakirin ku ew tecrîdê şermezar dikin û di îslamê de tecrîd tuneye.    Wan   Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku bi pêşengiya xizmên girtiyan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û  Hukumxaran re (TUHAY-DER) di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" li Wanê hatiye destpêkirin, dewam dike. Çalakî ku di roja 68'an de li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê dewam dike. Endamên DEM Partiyê, şêniyên taxa Yali û Selimbey çûn serdana nobetê.   Jina bi navê Şadiye Akti di serdanê de axivî û da zanîn ku ew tecrîdê qebûl nakin û divê demildest tecrîd bê rakirin.   Mersîn   Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) ve li avahiya komeleyê ya Mêrsînê tê lidarxistin, di roja 68'an de ye. îro hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan çû serdana çalakiyê.   Dayika Aştiyê Hediye Eren di nobetê de axivî û got divê demildest aştî pêk bê.   Hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî berxwedana dayikan silav kir û got wê dawî li polîtîkayên zilm, îşkenceyê û komkujiyan bînin. Tuncer her wiha da zanîn ku wê bi hev re xurt bibin û wê biserkevin.   Êlih   Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li avahiya DBP’a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 10’an de berdewam kir. Çalakvanan pêşmalkên bi kurdî û tirkî nivîsa “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Kesên ji bo piştgiriyê serdana nobetê kirine destnîşan kirin ku zext û zilma li girtîgehan tê kirin, li hemû derdorên civakê tê kirin û bal kişandin ser giringiya piştevaniyê.     Mêrdîn   Endam û rêveberên Komeleya 78’an serdana Nobeta Edaletê ya li avahiyê rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê kirin. Kesên hatine serdanê, derbarê azadiya Ocalan de suhbet kirin, helbest xwendin û stran gotin. Ser navê Komeleya 78’an Arîf Tûrgay axivî û destnîşan kir ku ew piştgiriya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin bikin û dan zanîn ku ew ê çalakiyê mezin bikin.