Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Stenbolê Lijneya Dema 13’emîn pêk anî 2024-02-10 15:03:09     STENBOL - Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Stenbolê di  Lijneya Jinan a Dema 13’emîn de diyar kir ku wê bi hemû jinên aliyên cuda re li dijî êrîşan serdestiya mêr bi awayekî topyekun tê bikoşin.   Kongreya Civaka Demokratîk (HDK), Lijneya Jinan a Dema 13’emîn a Meclîsa Jinan a Stnebolê li Nvaenda Giştî ya HDK’ê ya Beyoglu pêk anî.  Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr,  Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Gonga Yangoz û gelek jin tevli civînê bûn.   Axaftina vekirinê Esengul Demîr kir. Esengulê di destpêkê de dîroka HDK’ê vegot û da zanîn k udi siyaeta Tirkiyeyê de Îmze avêtiye guherînên girîng. Esengulê daxuyakirin ku li parlmanetoyê ji bo îrade û nûneriya jinan zêde bibe têkoşîn daye û got: “Bi têkoşîna hevalên me û jinên ji dîroka têkoşîna Kurd hatine pergala hevserokatiyê ket jiyanê. Dema nû de em ê têkoşîna xwe hîn xurt bikin û ji bo dema nû xwe amade bikin.”   ‘Em ê xeta têkoşîna xwe xurt bikin’   Esengulê balkişan ser şerê li Rojhilata Navîn didome û  wiha dirêjî daye: “Li vê erdnîgariyê yên ku herî zêde di vî şerî de bandor dibin em in. Em jin bi bandor dibin. Ji 2011’an het aniha li Sûriyeyê şer didome. Li hember jinên Kurd, Êzidî  êrîşên mezin pêk hatin. Di atmosferek wisa de em têkoşînê dimeşînin. Meclîsa Jinan a HDK’ê heta niha gelek kar û bar biserxist. Em ê ji vir şûnde xeta têkoşîna xwe hîn xurtir bikin. Em ê bi jinên aliyên cuda re têkoşîna xwe ya hevpar bimeşînin.”   Lijne ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.