Meşa Mezin a Azadiyê: 75 sal û 75 kes 2024-02-10 09:55:42     Rabîa Onver   AMED - Meşvana Azadiyê parlamentera DEM Partiyê Nejla Demîr, bal kişand ser "Meşa Mezin a Azadiyê" û got: "Ji ber ku Abdullah Ocalan 75 salî ye me bi 75 kesan des bi meşê kir. Me ji her rawestgehê hêzeke mezin ji gel girt. Bi hêza Meşa Azadiyê dê tecrîd têk biçe."    Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 35 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin.  Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.   "Meşa Mezin a Azadiyê” jî bi heman daxwazê di 1’ê Sibatê de bi du baskên Wan û Qersê dest pê kir, dewam dike. Meşa Azadiyê ya ku ji herêma Serhedê bajarê Qersê destpê kir duh gihaşt Liceya Amedê. Bi hinceta ku qedexeya çalakiyan heye meş asteng kirin. Li hemberî astengiyan meşvanên azadiyê û girseya ku pê re bi meşê heta avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiye ya Gelan (DEM Partî) a Licê meşiyan. Di meşê de her dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin hat berzkirin"    Ji Meşvanên Azadiyê, parlamentera DEM Partiyê Nejla Demîr di roja 10'emîn de ji ajansa me re axivî.    75 sal, 75 kes      Nejla, daxuyand ku bi du baskan meşa me dest pê kir û got: "Meş ji hêla 75 kesan ve hat destpê kirin ji ber ku Birêz Ocalan 75 salî ye. Bi piştevanî û coşa gel me starta meşa xwe da. Li her navçe û bajaran me hevdû hembêz kir. Bi saya Meşa Azadiyê em ê tecrîdê têk bibin ez di vê baweriyê de me."   'Meşvanên Azadiyê hêzek mezin girt'   Nejla, diyar kir ku li her rawestgehê hafizeya xwe nûkirine û wiha bi lêv kir: "Bi taybetî di 10 salên dawiyê de zextên hikûmetê bêtir bû. Hewl dan ku ciwan û gel ji nirx û çanda xwe dûr bixin. Lê me di meşê de dît ku ev bû nûkirina hafizeyê. Li cihê ku em diçin bernameyên biranînê û serdanên taybet dikin. Em bûn mêvanên sifreya gel. Me bi hev re xwarin xwar. Ev yek ji bo Meşvanên Azadiyê gelek bi moral bû û hêzek mezin da."   Nejla, destnîşan kir ku 3 sal in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo têkbirîna tecrîda giran divê Birêz Ocalan azad bibe. Bi hêza ku me di 'Meşa Mezin a Azadiyê' girt em ê tecrîdê têk bibin."