Behsa xewna ku şeva 15'ê Sibatê dîtiye û têkoşîna xwe kir 2024-02-10 09:04:24     Elfazî Toral    STENBOL - Emîne Unal ku jiyana wê bi koçberî, îşkence û têkoşînê derbas bû, diyar kir girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ewil di xewna xwe de piştre jî di televîzyonan de dîtiye û piştî vê derketine kolanan û protesto kirine û got: “Ew negihiştin armanca xwe dê negihijîn jî."   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya navneteweyî radestê Tirkiyeyê hat kirin. Di ser komployê de 25 sal derbas bû û ji wê rojê de ye Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 35 meh in tu agahî jê nayê girtin. 10’ê cotmehê de  bi dirûşmeya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de girtiyan di 27’ê Mijdara 2023’yan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Piştî vê malbatan jî li derve dest bi Nobeta Edaletê kirin.   Emîne Unal ku di 15’ê Sibata 1999’an de di protestoyên kolanan de cih girt, têkoşîna xwe û komploya navneteweyî ji ajansa me JINNEWS'ê re nirxand.   Koçberiya bi zorê, zext, îşkence...   Emîneyê da zanîn ku nêzî 25 salan li Edeneyê jiyaye, ji ber zextên dewletê koçî Stenbolê kirine û wiha dirêjî daye: “Bi salane dewlet zilmê li Gelê Kurd dike. Gelê Kurd salên 70,80 û 90’î de ji axa wan hatin surgunkirin. Gundên wan hatin şewitandin. Neçar man axa xwe bihêlin û bên bajarên Tirkiyeyê. Ez jî yek ji van kesam e. Ez jî ji ber zexta dewletê ketim riyan. Polîsan he roj bi ser mala me de digirt. Em hemû binçav dikirin. Bi dehan carî îşkence li min kirin. Hîna şopa îşkenceyê li ser bedena min e. Di bin îşkenceyê de cigare li ser bedena min ditemirandin.”   ‘Ez kurd im û têdikoşim’   Emîneyê di berdewamiyê de wiha dirêjî daye: “Ji ber îşkenceyan me koçî Stenbolê kir. Dewletê li wir jî em rehet nehiştin. Kesî xanî nedida me. Em bi rojan bê mal man. Em li mala xizmên xwe man. Piştre bi şev û roj em li xanî geriyan. Em diçûn ku derê digot em xanî nadin kurdan. Digotin kurd 'terorîst' in. Em hîna ji dewletê dikşînin. Tevî hemû zextan min dest ji têkoşînê berneda. Li dijî hemû nîjadperestiyan min got ez kurdim û min têkoşîna xwe meşand.”   Bang li dewletê kir: Dest ji îşkenceyê berdin   Emîneyê her wiha balkişand ser polîtîkayên şer yên her diçin giran dibin û di vê mijarê de jî wiha bang kir: “Bila xwîn nerêje. Bila leşker, polîs û gerîla nemirin. Me her tim ev anî ziman. Em naxwazin kes bimire. Me dayikên Kurd ji bo aştiyê têkoşîn da. Bila dayik negirîn. Gelo wê heta kengê ev zilm bidome. Yekane daxwaza me ev e ku ev zîhniyeta qirêj bidawî be. Bila dewlet dest ji pratîka îşkenceyê berde.”   Komplo di xewna xwe de dît…   Emîneyê der barê komploya navneteweyî de jî ev tişt bi lêv kir: “Di 15’ê Sibata 1999’an de min xewna xwe de serokatî dît. Ez rabûm min hevjînê xwe şiyar kir. Leşkeran dora serokatiyê girtibûn. Cilên spî li xwe kiribû. Serokatî ji destê leşkeran direviya û xwe davêt behre. Em rabûn me televizyon vekir, nûçe derbas bibûn. Em çûn rêxistina navçeyê. Heval li wir bûn. Em daketin kolanan. Em hemû îşkenceyê girtin. Em lêpirsînkirin û piştre berdan.”   ‘Komplo negihişt armanca xwe’   Emîneyê got hêrsa wan ya li dijî komployê tu carê kêm nebûye û ev nirxandin kir: “Wan got wê bi komployê bi kurdan şûnde gavê bidin avêtin. Lê em hîn bêtir xurt bûn. Me têkoşîna xwe hîn xurtir kir. Komploya navneteweyî negihişt armanca xwe. Wê tu carê jî negihêjin armanca xwe. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. Ev doz doza me  ye. Dewlet ji dayikên kurd û jinên kurd ditirse. Li her derê me digirin. Nizanin çi bikin. Polîs li Kadikoyê hatin gel hev. Em ji vapurê daketin hatin pêşiya me. Me sedem pirsî bersiv nedan. Em dizanin ku ew ji dayikên kurd ditirsin. Ji laçika me ya spî ditirsin.”   ‘Em ê serokatiya xwe azad bikin’   Emîneyê wiha dawî li axaftina xwe anî : “Doza me ya nasname, çand, ziman, kurdbûn û serokatiya me heye. Wekê din doza me tuneye. Divê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Divê wijdana her kesî di vî alî de rehet neke. Divê piştgiriyê bidin me. Divê ev pirsgirêk demildest bên çareserkirin. Em niha li malên xwe runin jî em di bin îşkenceya dewletê dene. Em di bin tecrîdê de ne. Bila serokatiya me bê berdan. Tecrîd bê rakirin. Heta serokatiya me girtî be em ê têbikoşin. Em ê bi sekna xwe serokatiya xwe azad bikin. Ez bang li hemû kesî dikim ku bi hev re têbikoşin.”