‘Bi kapîtalîzmê jin hatin metakirin’ 2024-02-10 09:03:21     Pelşîn Çetînkaya-Gulîstan Gulmuş   AMED - Endama Komîsyona Bawerî û Gelan a DEM Partiyê Hatîce Şeker da zanîn ku kapîtalîzmê nirxên civakî û olî hedef girtine, jin kirine meta û got serhildana ‘jin jiyan azadî’ ya li dijî vê pêşketiye girînge.   Pergala  mêr - dewletê dema modela civaka xwe ava dike, jinê, çand û baweriyan hedef digire. Ji ser ol der barê nasnameya jinan de êrîşan pêk tîne û ev êrîş li Rojhilata Navîn bi awayekî dijwar didomin.  Endama Komîsyona Bawerî û Gelan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hatîce Şeker daxuyakirin ku kapîtalîzm ji bo xwe bidomîne serî li ol dide û polîtîkayên derbarê jinan yên kapîtalîzm li ser ol dimeşîne nirxand.   ‘Kapîtalîzm civakê ji nirxên wê dur dixe’   Hatîceyê da zanîn ku kapîtalîzm nirxên civakê hedef digire û ev nirx li ser civakan vediguhere alava zextê. Hatîceyê wiha berdewam kir: “Em der barê vê de mînakekê bidin. Jîna Emînî ji ber porê wê hat dîtin bi awayekî hovane hat qetilkirin. Piştî ku Jînayê jiyan xwe ji dest da li Îranê bi pêşengiya jinan gel rabûn ser piyan.  Dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li hemû cîhanê veguherî gotineke polîtîk û heman demê de bertekên li dijî nêrîna zextxiwariya ol jî hat nîşandan.”   Di bin navê ol de êrîş   Hatîceyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku ji ser jinên sergirtî kategorîzekirinek tê kirin û ev rewş wiha nirxand: “Ez niha keseke serê wê girtî me. Dema di binçavande li nezaretxaneyê serê min hatibû vekirin, porê min vekirî bû. Ez wisa di nezaretxaneyê de mam. Îro pergal xwe li ser baweriyê daye qebûl kirin.Lê em dibêjin ku ev teqez tu eleqeya wê bi baweriyê tune ye. Pergala heyî ol bi kar tîne. Kapîtalîzm wek her qadê di qada baweriyê de jî bandor dike. Kapîtalîzm ji ber dizane bawerî bandor li civakan dike, ji ser bawerî û olan vê bi teşe dike. Bawerî di civaka me de rastiyeke ku cihekî meizn girtiye.  Ji ser vê rastiyê jî kapîtalîzm civakê binpê bike, diçewisîne.”   Bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ têkoşîn   Hatîceyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi kapîtalîzmê re jin wek obje wek meta hatiye dîtin Heta vê astê xistine. Pergal bi vî awayî jinan ji xwebûnê durdixe û tîne asta alavê. Tevî hemû êrîşan wê têkoşîna me bidome.  Em dibêjin ‘jin jiyan azadî’. Em hewl didin vê dirûşmeyê tenê wek teorîk û pratîk nehêlin, em hewl didin vê dirûşmeyê li hemû qadan di xebatên xwe de pratîk bikin.”