Mexdûra erdhejê Sevîl Dîrîcan: Ez li mafê xwe digerim 2024-02-10 09:02:37     Oznur Deger   MELETÎ - Esnaf Sevîl Dîrîcan ya di erhejê de dukan wê xera bû û saleke ji bo dukana xwe têdikoşe wiha got: “Me ji CÎMER’ê re nivîsî. AKP li me venegeriya. Bi tevlibûna Mehmet Ozhasekî li Sûka Bakircilar merasîma avêtina hîm pêk hat. Piştî hîm hat avêtin şûnde xebat hatin sekinandin.    Tevî salek di ser erdheja di 6’ê Sibata 2023’yan de navenda wê Mereş bû pêk hat derbas bû hîna bandora erdhejê didome. Yek ji bajarên herî zêde bû Meletî bû. Li gorî daneyên fermî hezar û 237 kesî jiyana xwe ji dest da û 6 hezar û 444 kes birîndar bûn. 35 hezar û 891 avahî  bi awayekî giran xesar girt. Gelek avahî û kargerî hilweşiyan.    Dukana esnaf Sevîl Dîrîcan ya li taxa yenî Hamam ya li ser Kocana Cezmî Kartay bû  hilweşiya. Sevîlê diyar kir ku dukan wê di erdheja duyem de hilweşiyaye û diyar dike ev saleke tu encam negirtine.    ‘Me serî li her derê da’   Sevîlê diyar kir ku piştî erdhejê hatiye sûkê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek kes di bin kavilan de mabûn. Li ser cenazeyan dizî dikir. Di erdheja duyemîn de ez li katê jor a dukanê bû. Bi wê şokê min xwe avêt xwarê. Gelek dukan hilweşyan. Tevî vê ji bo gel xizmetek nehat kirin. Me serî li her derê da. Em çûn cem Walî, cem şaredar, cem parlamenter Oznur Çalik. Keya got wê dewlet 6 mehan de dukana we teslîm bike. Lê bi mehane emli virin. Me serî li her derê da. Lê tiştek li holê tuneye.   Ji CÎMER’ê re nivîsî AKP’ê bersiv da   Sevîlê, da zanîn ku ji bo dukanê ji CÎMER’ê re nivîsî û wiha bi lêv kir: "Lê AKP’ê bersiv da. Me encamek erênî negirt. 11 mehan konteynir nedan min. piştî 11 mehan şûnde min li sûka Misirê dukan kirê kir konteynir dan min. Ev saleke ez li ser dukana xwe me. Ez ji bo keda xwe xemgîn dibim. Dewlet gelo rehet dike. Ez bixwe ne rehetim. Berf barî em bi tirsa ku wê erdhej pêk bên dijîn. Me tu encamek erênî negirt. Dukana min bi tapo bû. Ji ber vê em naçin tu derê. Ji me re gotin ‘bi dewletê bawer bikin wê dukana we çêbike û bide we’.  Lê niha dibêjin wê bi peşkê dukanê bidin.”   ‘Hîmê sexta avêtin’   Sevîlê destnîşan kir ku li Sûka Bakircilar merasîma avêtina hîm pêk anîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lê ev hîm sexte bû. Mehmet Ozhasekî tevil bibû. Sê roj piştî avêtina hîm hemû xebat hatin sekinaindin. Ev 11 mehe me projeya dukan xwe nedîtiye. Parêzvanên şaredar Selahattîn Gurkan em tehdîdkirin. Min li ku ew bidîtina min dukana xwe dipirsî. Rojekê min di rê de dîtin. Min carek din pirsî. Ez hêrs bûm min got ez ê dukana xwe çêbikim. Ji min re gortin ‘tu cahîlî’. Piştre parêzvanên şaredar ji bavê min re gotine ‘keça te di çapemeniyê de pir tê dîtin bila neyê dîtin’. Ez li mafê xwe digerim. Yekane daxwaza me demildest dukana me bê çêkirin.”