Rojnameger Selamet Turan birin Amedê 2024-02-09 18:50:00   ŞIRNEX- Rojnameger Selamet Turan ya li Cizîrê hatibû binçavkirin, di çarçoveya lêpirsinê de birin Amedê.   Rojnameger Selamet Turan ya li Cizîr a Şirnexê hatibû binçavkirin birin Amedê. Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de vê sibehê rojnameger Selamet li mala wê hat binçavkirin. Selamet di çarçoveya lêpirsînê de birin Amedê.   Der barê Selametê de 24 saetan sînorkirina hevdîtina parêzeran heye û der barê naveroka lêpirsînê de agahiyek nehat bidestxistin.