Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol li ser gora wê bi bîr anîn 2024-02-09 14:33:58     ÇÊWLİG - Meşvanên ku 9 roj in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dimeşin Ceylan Onkol a di sala 2009'an de bi guleya hawanê hat qetilkirin, li ser gora wê bi bîr anîn.   Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên saziyên sivîl yên demokratîk ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji Qersê bi rê ketin,  Ceylan Onkol a ku di 28'ê Îlona 2009'an de dema heywanên xwe li gundê gundikê Xanbazê yê navçeya Licê ya Amedê diçêrandin bi guleya hewanê hat qetilkirin li ser gora wê bi bîr anîn.   Dayika wî Salîha Onkol û şêniyên gund tevlî bîranîna li gundê Dolek ê navçeya Dara Hênê a Çêwligê bûn. Piştî duayên li ser gorê Parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Coşkun Parlak axivî û got, "Ji salên 1990'î û vir ve ji ber polîtîkayên ewlekariyê yên li Kurdistanê gelek kes bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Li dijî daxwazên demokratîk şerekî qirêj hate meşandin. Gelek malbatên me koçî metropolan kirin. Yên ku herî zêde ji şer bandor bûne jin û zarok in. "Zarokên Kurdistanê hatin asîmîlekirin û bi bombeyan hatin qetilkirin."   'Meşa me ji bo zarok azad bijîn e'   Vezîr zarokên li Kurdistanê ku bi maşîneyên zirxî û guleyên leşker û polîsan hatin qetilkirin bi bîr anîn û got, “Komkujî nayên qebûlkirin. Zarokên me nikarin li axa xwe azad bijîn. Armanca meşa me ya îro ew e ku zarokên me li ser axa xwe azad bijîn. Em daxwaz dikin ku zarokên me bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin. Li dijî daxwazên me yên demokratîk polîtîkayên bi hinceta ewlekariyê dewam dikin. Tecrîd roj bi roj kûrtir dibe. Di şexsê Birêz Ocalan de hemû civak di bin tecrîdê de ye. Armanca din a meşa me jî bidawîkirina vê tecrîdê ye û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Ger em vê bikin zarok dikarin li ser axa xwe azad bijîn."   'Bi hezaran Ceylan hene'   Vezîr diyar kir ku sûcên li Kurdistanê ji aliyê leşker, cerdevan û polîsan ve tên kirin bi polîtîkaya bêcezakirinê tên xelatkirin û wiha dewam kir: “Em ê li hemberî vê yekê têkoşîna xwe berfirehtir bikin. Ji bo cezakirina her kesê ku sûc bike, çi ji destê me bê em ê bikin. Em naxwazin xewnên zarokên me nîvco bimînin. Em ê her zarokê/a ku hat qetilkirin di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.  Îro li Kurdistanê bi hezaran Ceylan hene. Li her malê navê zarokekê Ceylan e. Em ê vê qetlîamê ji bîr nekin û em ê hesab ji wan bipirsin. Heta birêz Ocalan azad bibe wê ev meş bidome. Dayik êdî aştiyê dixwazin. Herî zêde dilê dayikan diêşe. Divê di zûtirîn demê de pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe.”