ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN 2024-02-09 09:00:00     * "Germahiya global, guherîna avhewayê, çek girtin, pirsgirêkên birçîbûnê, pandemî û gelek krîzên din, di mohra xwe li 5 sedsalên dawî kiriye û qirkirinên civak, jiyan û jinê jî encama vê ne. Jiyan û civak wek alav dîtin û ev di şexsê jinê de kirin rêbaza esas a zanistê ye. Ji ber vê bi guman nêzî zanista heyî bûyîn rêbazek zanistî ya esas e." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Jinên li Helebê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîda giran dewam bikin û wiha gotin:"Em her roj ji bo Rêberê xwe li berxwe didin û heta ku em Rêberê xwe nebînin em ê her li qada bin. Heta tecrîd bi dawî bibe wê berxwedana me dewam bike." DÎMEN HEYE   * Dr. Donya Ahmedî ya Îranî ku ji ber li ser Me Too lêkolîn kir hat tehdîtkirin wiha got: “Vê tevgerê em jin nêzî hev kirin. Lê hinek tişt divê bi awayekî mayînde bên guhertin.” DÎMEN HEYE   * Endama Pîrebokên Kampusê Îrem Kumcagiz da zanîn ku ew li şaredariya nêrîneke ekolojîk, azadixwaz a jinê û gel dixwazin û wiha vegot: “Li şûna xwendekaran mahkumê yurdên tarîkatan bikin divê hejmara yurd û qadê xebata ku jiyana xwendekaran hêsan dike, veguhestinê rehet dike bên zêdekirin. Em vê dixwazin. Em dixwazin di şaredariyan de hejmara namzetên jin zêdetir be.” BI DÎMEN    * Ji xizmên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, yên li Amarayê Emîne Ocalan wiha got: “Her kes wî wek mirovekî baş vedibêje. Wek mirovekî têkoşer vedibêjin. Mafê jinan diparêze.” Ferehnaz Ocalan jî daxuyakirin ku divê demildest hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re bên destpêkirin.  BI DÎMEN    * Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Çile 27 jin û 4 arok hatin qetilkirin, 17 jin û 3 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.    *Ji meşvanên “Meşa Mezin a Azadiyê” Parlamentera DEM’ê ya Colemêrgê Oznûr Bartin, diyar kir ku divê xwedî li meşê bê derketin û got ku gel ber bi serhildanê ve dimeşe. BI DÎMEN