Rojnameger Kibriye Evren hat binçavkirin 2024-02-09 08:36:20     KOCAELÎ - Serê sibehê polîsan bi ser mala rojnameger Kibriye Evren de girtin û ew kirin bin çavan.    Vê serê sibehê polîsan bi ser mala editiora JINNEWS'ê Kibriye Evren de girtin û ew kirin bin çavan. Polîsan demek dirêj li mala Kibriyeyê lêgerîn kirin û nehat hînbûn ku Kibriye ji bo çi hatiye binçavkirin.    Hat hînbûn Kibriye birine Mudurtiye Şaxa Terorê ya Kocaeliyê.