Meşvan çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde hatiye tahliyekirinê 2024-02-08 19:33:33   MÊRDÎN - Meşvanên Azadiyê ku gihiştin Nisêbînê, çûn serdana girtî Omer Kiliç yê 30 sal şûnde hat tahliyekirin.   Meşa Azadiyê ya Mezin ku ji du baskan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin di roja 8’emîn de didome. Meşvanên Azadiyê li Nisêbînê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin û piştî vê çûn serdana Omer Kiliç yê piştî 30 salan di 4’ê Sibatê de ji girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê hatiye tahliyekirin.   Omer Kiliç di serdanê de axivî û meşa Meşvanên Azadiyê silav kir û got ev meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin gelek watedare.   Meşvanên Azadiyê wê sibê li Artuklu ya Mêrdînê meşa xwe bidomînin.