Dê çalakî tecrîdê bi dawî bikin' 2024-02-08 16:29:47     STENBOL/WAN - Li Stenbol û Wnaê di Nobedên Edaletê de banga çareserî û aştiyê hat kirin. Li Stenbolê welatiyekî piştgirî da çalakiyê wiha got, "Kesên ku li Amedê bi pereyê didin bi kesan li ber avahiya me wan dikin nobedê û di televîzyonan de derbarê wan de weşanê dikin, bila piştgiriya Nobedên Edaletê jî bikin.    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 58’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankarta “ Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate daliqandin.    Rêveberên DEM Partiyê yên Arnavutkoy, Ataşehîr, û Umraniyeyê û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) û gelek welatî hatin serdana nobetê. Ji ziyaretvanan Nesîme Karakaş got ku ji bo sekinîna şer divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û ev tişt anî ziman: “Em ji bo zarok û Rêbertiya xwe li vir in. Ev 35 meh in tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Ev yek di nava me û gelê kurd de rê li ber fikaran vedike.”    'Divê herkes xwe berpirs bibîne'   Ji ziyaretvanan Menekşe Gokçe jî di nobetê de wiha got: “Ez Dayikên Aştiyê birêzdarî silav dikim. Grevên birçîbûnê yên li zindanan berdewam in. Dayikên me jî ji bo şikandina tecrîdê û piştevaniyê çalakiyeke wiha dan destpêkirin. Berpirsyartî dikeve ser milê her kesî.”    Têkildarî mijarê ziyatetvan Yavuz Kahraman jî got ku divê ji bo agirbesteke mayînde tavilê aştî pêk bê.    Wan   Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 66’an de berdewam kir. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Pervîn buldan û namzetên hevşaredariyê yên bajar hatin serdana çalakiyê.    'Çalakiya dayikan girîng e'   Pervîn Buldan di çalakiyê de axivî û got ku çalakiya dayikan gelek girîng û watedar e. Buldan, wiha domand: “Ez vê têkoşîna binirx a dayikan silav dikim. Serdana nobetê ji bo me gelek biwate û biqîmet e. Heke demokrasî, aştî û azadî bê vî welatî, dê ev bi saya têkoşîna dayikên me be.”    Ji endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya jî got ku dayik bi sala ye ji bo edaletê bang dikin û ev tişt anî ziman: “Lê hinek derdor naxwazin vî dengî bibihîsin. Di vê navberê de hevalên di girtîgehan de silav dikim. Daxwaza me ew e ku tecrîd were rakirin û ji bo bidawîkirina zextan gav bên avêtin. Hêvîdarim ev Nobeta Edaletê bibe wesîleya xwişk-biratî, aştî û azadiyê.”