Nobedên Edaletê didomin: Em ê bi berxwedanê bi ser kevin 2024-02-08 16:28:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Edene û Mêrsînê di roja 67'an de ya Êlihê jî di 7'an de didome. Di çalakiyan de hat diyar kirin ku divê pirsgirêka kurd bi reya demokratîk bê çareserkirin.   Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 35 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin.  Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Êlih, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.   Li Mêrsîn û Edenê çalakî bi serdanan berdewam dike.   Mêrsîn    Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) li avahiya komeleyê hatiye destpêkirin jî di roja 67’an de berdewam kir. Çalakvanan di nobetê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û xwestin ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin.    Edene    Nobeta Edaletê ya pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 67’an de berdewam dike. Rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Yuregîrê îro çalakî dewr girtin. Çalakvanan di nobetê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin.    Êlih    Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 7’an de berdewam kir. Di nava rojê de nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî hatin serdana nobetê. Di nobetê de gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.    Di dema çalakiyê de ji Dayikên Aştiyê Sabahat Acar got ku divê berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehan bandorê li derve jî bike. Acar, anî ziman ku her kesê ji xwe re dibêje mirov dibê li dijî zilmê li ber xwe bide û wiha pê de çû: “Heke em berxwedana heyî mezin bikin, dê îktîdara AKP’ê neçar bimîne ku ji van polîtîkayên xwe paşvegavê biavêje.”    Ji çalakvanan Mevlude Onar jî got ku ji bo aştiyê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.