Kurdistaniyên li Atînayê ji Abdullah Ocalan re name şandin 2024-02-08 15:42:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên ku li Atînaya paytexta Yewnanistanê dimînin, beriya salvegera 15’ê Sibata komploya navneteweyî, ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re name şandin.   Bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan her ku diçe zêdetir dibin.   Kurdên li Atînayê dijîn, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku pêngavê di 10’ê Cotmehê de dest pê kir û heya niha li seranserê cîhanê tê meşandin, nameyek ji Girava Îmraliyê re şandin.   Siyasetmedara Kurd Seval Gulmezê piştî şandina nameyan axivî û di 25’emîn salvegerê de komploya navneteweyî şermezar kir.   Seval Gulmezê ev yek anîn ziman: ‘’Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployeke wisa ye ku hemû cîhan rasterast jê berpirsiyar e. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev 25 sal in ev rewş bi tecrîdeke giran tê domandin.’’   Seval Gulmez anî ziman ku Rêberê gelan Abdullah Ocalan e û gotinên xwe wiha bi dawî kir: ‘’Em dê tu carî komploya navneteweyî ya li dijî Birêz Abdullah Ocalan qebûl nekin û em dê vê tecrîdê bişkînin û azadiyê pêk bînin.’’