Li Amedê Nobeda Edaletê di roja 64'an de ye 2024-02-08 14:52:44     AMED - Nobeda Edaletê ya ku bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" li Amedê hat destpêkirin bi serdanan dewam dike.   Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan di çarçoveya pêngava " Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dan destpêkirin di roja 74'an de dewam dike. Bi heman daxazê malbatên girtiyan bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUAY -DER) di 4'ê kanuna 2023'yan de dest bi Nobeda Edaletê kirin û çalakî di roja 64'an de li Amedê dewam dike. Çalakiya ku li avahiya DEM Partî ya Rezana Amedê tê lidarxistin îro ji aliyê MED TUHAD FED'ê ve serdana wê hat kirin.   Di serdanê de jinan dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bê serok jiyan nabe", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" berz kirin. Di axaftinên ku li wêderê hatin kirin de jî hat gotin ku azadiya Abdullah Ocaln ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û aştiyê girînge.