Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 607’an de didome 2024-02-08 12:44:09     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji sala 2012'an ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya xwe ya 607'an de komeke nû dewr girt.   Li bajarê Strasbourgê bi pêşengiya Însiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi dawî anîna tecrîdê çalakiya 'Nobeta Azadiyê' tê lidarxistin.   Çalakiya nobetê ji aliyê komên welatparêz ku her hefte ji herêmek cuda tên ve tê berdewam kirin.    Di hefteya 607’an a çalakiyê de koma ku ji çar kesan pêk tê û ji herêma Strasbourgê nobetê dewr girt.   Di nobeta vê hefteyê de Pîro Kizil, Suzan Tarhan, Cemîl Yurek û Îsmaîl Guneş cih girtin.   Berdevkê komê Pîro Kizil, da xuyakirin ku nêzî 12 sal in ew li ber Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) çalakiya nobetê li dar dixin û got, "Ji bo azadiya gelê Kurd xwedîderketina li Rêbertî û siberoja xwe, meseleyeke rûmetê ye."   Berdevkê komê bang li gel û ciwanên Kurd kir û got, "Xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li siberoj û hebûna xwe ye. Em bang li her kesî dikin ku li dora Rêbertî bibin yek, raman û têkoşîna wî li her qadê belav bikin û xwedî li nirxên xwe derketin.”