Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin 2024-02-08 11:28:07     ÎZMÎR - Li Îzmîrê di saetên serê sibehê de bi ser malan de hat girtin û 4 kes hatin binçavkirin.    Li Îzmîrê di saetên serê sibehê de bi ser malan de hat girtin û 4 kes hatin binçavkirin. Endamê PM'a Partiya Şoreşgeran a Yekbûyî Firat Ekmen, endama Koordînasyona TOP'ê Rozana Urkun, endama TOP'ê Berfin Buyukertaş û endama Însiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst Tugçe Kizildemir hatin binçavkirin. Piştî kontrola tendirustiyê yên hatin binçavkirin birin Muduriyeta Emniyetê ya Îzmîrê. Hat diyarkirin sedema binçavkirinan parvekirinên li ser medyaya dîjîtal in.