Anna Bruna Camposampiero: Îtalya divê mafê starbûna pêk bîne 2024-02-08 09:04:32     Melek Avci   ENQERE - Anna Bruna Camposampiero ku faliyetên sendikal dimeşîne, mafê starbûna siyasî ya Îtalyayê daye Abdullah Ocalan bibîr xist û got: “Mafê starbûna li Îtalyayê ya ji bo Rêber Apo ku hatiye erêkirin heye. Dema ev li ber çavan bê girtin divê welatê min dengê xwe bilind bike. Hewcedarî bi tevgereke mezin heye.”   Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 35 meh in tu gahî jê nayê girtin. Her ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan giran bû li Rojhilata Navîn şer dijwar bû û li Kurdistanê polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê kûr bûn.    Ber bi salvegera komploya navneteweyî li seranserê Ewropayê kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" hat destpêkirin û kampanya li her derê cîhanê bi eleqeyek mezin tê meşandin. Li gelek welatan fesefeya Abdullah Ocalan îro tê nîqaşkirin.    Aktîvîst Anna Bruna Camposampiero ya faliyetên sendikal dimeşîne û di lingê kampanyayê ya Îtalyayê de cih digire, der barê mijarê de nirxandin kir.   Lihevkirinên ji bo tecrîdê hatine avakirin   Anna da zanîn ku gelek sedemên tecrîda giran a bi salane didome heye û got yek ji ya herî esas NATO ye û wiha ghot: “Tirkiye hevkarê NATO’yê ye. Ne tenê di alî erdnîgarî de di alî îdeolojîk de jî wisa ye û nêzî Ewropayê ye jî. Ligel sedemên din, Stenbol bi dengdayîna Parlamentoya Ewropayê di 2010’an de bû Paytexta Çandî ya Yekitiya Ewropayê. Welatiyên Ewropyaê wek welatên din yên Yekitiya Ewropyaê bê vîze tên Tirkiyeyê. Ligel vê gelek peymanên mezin biçûk hene. Ji ber vê ez dibêjim: Çima dengê Kurdan û Ocalan ji aliyê Ewropayê ve nayê bihistin. Sedemên wê tiştên ku li jor min rêz kirine.”   ‘Divê Îtalya dengê xwe bilind bike’   Anna daxuyakirin ku di pêvajoya komplya navneteweyî de îtalyayê di 1’ê Cotmeha 1999’an de mafê starbûna siyasî daye Abdullah Ocalan û got di esasa vê biryarê de divê Îtalya li dijî tecrîd û şertên girtina Ocalan welatê ku ewil dengê xwe bilind bike ye. Annayê di vê mijarê de wiha anî ziman: “Mafê starbûna li Îtalyayê ya ji bo Rêber Apo ku hatiye erêkirin heye. Dema ev li ber çavan bê girtin divê welatê min dengê xwe bilind bike. Divê Abdullah Ocalan demildest bê berdan. Ji bo van hemûyan divê em demildest bêdengiyê bişkînin.”   ‘Piştî sibatê her roj şer heye’   Annayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Ji komploya Sibatê heta niha şerê li Rojhilata Navîn her diçe giran dibe. Ji salên 2000’î heta niha rewşa Rojhilata Navîn xerab dibe û ji bo herêm bê bêitîbarkirin şer hev dişopînin. Ji bo herêmê bikin bin kontrola xwe her tim şer tên meşandin. Lê hewcedarî bi dengên ku behsa aştiyê dikin heye. Şerê tê meşandin li her derê belav bûye. Armanca DYA’yê ev e ku herêmê bê îtîbar bike û bike bin kontorla xwe. Rewş ji kontrolê derketiye û rîsk heye ku pevçûn hîn berfireh bibin.”   ‘Hewcedarî bi tevgereke mezin heye’   Annayê dawiya axaftina xwe de  der barê faliyetên kampanyayê û geşedanên dawî de nirxandin kir û got: “Hewce bi tevgereke mezin û xurt heye. Me li Îtalyayê bi awayekî hevdem civîn pêk anîn. Ez li Mîlano dijîm. Sazbûnek ku sendîka, komele û şexsiyet têde cih digirin hat avakirin. hewce heye ku ev deng îro bi rayedaran bê bihistin. Hewce bi berdana Abdullah Ocalan heye. Divê em zextê li hemû kesî bikin ku ji bo berdana Abdullah Ocalan pêk bînin. Hewcedarî bi tevgereke mezin heye.”