Li Edene û Mêrsînê nobet 66 roj in didome 2024-02-07 16:38:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mêrsîn û Edenê çalakiya Nobeda Edaletê 66 roj in bi serdanan didome. Di çalakiyê de banga azadiya Abdullah Ocalan hat kirin.   Di 10'ê Cotmehê de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî ji bo piştgiriyê bidin pêngavê di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Her wiha Xizmên girtiyan bi heman armancê li Amed, Wan, Mêrdîn Stenbol, Êlih, Mêrsîn, Edene û Îzmîrê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edaletê kirin.     Mêrsîn   Di çarçoveya pêngavê de li Mêrsînê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) ve Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakiya ku li avahiya komeleyê didome ket roja xwe ya 66' an. Nobet bi serdanan didome. Di çalakiyê de çalavan daxwazên xwe dubare kirin û diyar kirin ku dê heta serkeftinê berxwedana xwe bidomînin.    Edene   Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) ve çalakiya Nobeta Edalatê hat destpêkirin. Çalakî 66 roj in li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Seyhanê berdewam dike. Çalakiya li Edeneyê jî bi serdanan didome. Di çalakiyê de banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin.