Li Wanê Nobeda Edaletê di roja 65'an de ye 2024-02-07 15:37:54     WAN - Li Wanê Nobeda Edaletê di roja 65'an de bi serdanan dewam dike. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku heta Abdullah Ocalan azad bibe dê têkoşîn bidome.   Çalakiya ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan ve li Wanê hatiye destpêkirin di roja 65'an de berdewam dike. Li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê dewam dike, îro rêveberên Rêxistina Navçeya Westanê, namzetên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yên DEM Partiyê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan, şeêniyên Taxa Yenîmalle û Taxa Karşiyakayê serdana wê kirin.   'Şer wê bidome!'   Di serdanê de Hevserokê Navçeya Westanê yê DEM Partiyê Muzaffer Yildiz axivî û diyar kir ku ew Nobeda Edaletê silav dikin û got, “Em greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehan û Nobeda Edaletê ya ji aliyê xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin silav dikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ger li welatekî wijdan tune be edalet jî tune ye. Heta Birêz Ocalan û girtiyên me azad nebin em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin."   'Çalakiya me serhildana li dijî neheqiyê ye'   Piştre Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê Neslîhan Şedal axivî û diyar kir ku dema azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye û got, “Xizmên girtiyan dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Li vî welatî bêedaletî û bêhiqûqî roj bi roj kûrtir dibe. Em niha dixwazin Birêz Ocalan azad bibe. Çalakiya me serhildana li dijî neheqiyê ye."   'Muhatap birêz Abdullah Ocalan e'   Namzedê hevşaredariyê ya Bajarê Mezin ê Wanê yê DEM Partiyê  Abdullah Zeydan jî got, " 73 roj in li girtîgehan têkoşîneke heye. Daxwaza girtiyan azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan  û çareseriya Demokratîk a pirsgirêka kurd e. Ev daxwazên mafdar in. Bila daxwazên girtiyan demildest bên bicihanîn. Çareserî Ocalan e."   Çalakiyê bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" dewam kir.