Li Stockholmê çalakiya şandina qertpostalan a ji bo Îmraliyê 2024-02-07 13:43:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê (NCDK) û Meclîsa Jinê ya Amara, li Stockholmê çalakiya şandina qertpostalan ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan destpê kir.   Çalakiya şandina qertpostalan di çarçoveya pêngava 10'ê Cotmehê de pêk tê, ku ji aliyê dostên gelê Kurd ve di asta navneteweyî de bi dirûşma 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' hate destpêkirin.   Kampanya şandina 100 hezar qertî ji bo Îmraliyê ku li çar aliyên cîhanê tê meşandin, li paytexta Swêd Stockholmê jî destpê kir.   Li gel seferberiya şandina qertpostalan her wiha li deverên cuda yên Stockholmê afîşên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatin daliqandin.   Li Stockholmê di çarçoveya kampanyayê de wê 10'ê sibatê konferansek, di 11'ê sibatê de jî meşek ji bo rojekê bêne lidarxistin.