Semra Guzel nehat tahliyekirin 2024-02-07 13:28:07     ENQERE - Parlamentera berê ya HDP'ê Semra Guzel, a ku piştî hedef hat nîşandan, parêzbendiya wê hat rakirin û hat giritn, danişîna doza wê hat taloqkirin.    7'emîn danişîna doza Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel a ku di 3'ê Îlona 2022'an de ji ber hin wêneyên di dosyaya lêpirsîna ku der barê wê de hatibû vekirin de  parêzbendiya wê hat rakirin û di 3'yê îlona 2022'yan de hat girtin,  li 22'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqeryê hat dîtin. Semra ji girtîgeha ku lê tê ragirtin bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SGBÎS) tevli danişînê bû. Rûniştin ji aliyê Parlamentera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Sevîlay Çelenk, Komîsyona Hiqûqê ya Mafên Mirovan a DEM Partiyê û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ve hat şopandin.   Danişînê bi guhdarkirina şahidê veşartî Ezel dest pê kir. Ji ber ku dengê şahidê veşartî Ezel bi zelalî dihate famkirin û vîdyo jî tunebû, lijneya dadgehê diyar kir ku dê şahidê veşartî bi vî awayî were eşkerekirin û ev rewş li dijî rêûresmê ye û biryar da ku piştre şahidê veşartî Ezel guhdarî bikin.   Piştre rapora ATK'ê ya der barê nasnameya sexte ku tê îdakirin li ser Semrayê hat girtin  hate xwendin.   Danişîn hat taloqkirin.    Piştî îfadeya Semrayê û parastina parêzeran, heyeta dadgehê, biryar da ku rewşa girtî ya Semrayê bidome, di danişîna bê de şahidê veşarî bê guhdarîkirin û danişîn taloqî 25'ê Nîsana 2023'yan kir.