Rûniştina rojnameger Nimet Olmez hat taloqkirin 2024-02-07 11:48:01     WAN - Rojnameger Nimet Olmez ji ber parvekirina derbarê Esra Y. ya bi tecawizê rû bi rû mabû ya li ser medyaya dîjîtal hat darizandin û rûniştina wê hat taloqkirin.    Li Şemzînana Colemêrgê di 27'ê Gulana 2016'an de Veysi, Zahir û Nihat Yilmaz tecawizî Esra Y. ya 11 salî kiribûn. Serokê Bajêr ê AKP'ê Zeydin Kaya parêzertiya bersûcan kiribû. Rojnameger Nimet Olmez ji ber şîroveya têkildarî mijarê ya li ser medyaya dîjîtal hat darizandin.    Rûniştin li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Asliyeyê ya Colemêrgê hat dîtin. Rûniştin taloqî 24'ê Nîsanê hat kirin.