Li Stenbolê bi ser malan de hat girtin 2024-02-07 10:19:37     STENBOL - Li Stenbolê polîsan serê sibehê bi ser malan de girtin. Malbatên TAYAD û rêveberên PSAKD'ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.   Li Stenbolê serê siehê di serî de Taxa Gazî gazî polîsan bi ser gelek malan de girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Malbatên TAYAD û rêveberên PSAKD'ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ji 20'î zêdetir kes hatine binçavkirin.    Sedema binçavkirinê nehat hînbûn û ji bo 24 saetan jî hevdîtina bi parêzeran re hat sînordarkirin.    Her wiha do bi ser Navenda Çandê ya Îdilê jî hatibû girtin û 5 endamên Grup Yorumê hatibûn binçavkirin. Her wiha bi ser Buroya Hiqûqê ya Gel de jî hat girtin û 4 parêzer hatin binçavkirin. Bi serdegirtinên malan ên do û îro herî kêm 30 kes hatine binçavkirin.    Kesên hatine binçavkirin   Hinek ji navê kesên do û îro hatine binçavkirin wiha ne: Betul Vangolu Kozagaçli, Didem Baydar Unsal, Seda Şaraldi, Berrak Çaglar, Ali Sinan Çaglar, Şimal Deniz, Ayten Ozturk, Selma Demir, Ozlem Balki, Arif Pelit, Kemal Gun, Savaş Taş, Burcu Delen, Mercan Kanat, Yuksel Dogan, Gokhan Uysal, Ali Gurbuz, Dilan Poyraz, Barış Yuksel, Firat Kaya, Bergun Varan, Merve Kurt, Bahar Kurt Kizilaltun, Bariş Kaya, Mehmet Yucetepe, Lerzan Caner Conde, Seval Eyi, Selda Ozçellik, Meryem Ozsoğut, Merve Demirel.