Zeynep a ji Efrînê cara 5’an hat revandin 2024-02-04 13:11:16     NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê cara 5’an Zeynep Mihemed Guluşo revandin.   Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê-Efrînê ragihand ku hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyê jina bi navê Zeynep Mihemed Guluşo (57) li gundê Mabetlî yê Efrînê revandin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), li gorî çavkaniyên herêmî, Zeynep beriya niha 4 caranên din hatiye revandin û piştî dayîna fideyê hatiye berdan. Aqûbeta Zeynep ne diyar e.