Nobeta Edaletê: Meşa azadiyê bersiva li dijî bêedaletiyê ye 2024-02-03 15:59:18     WAN - Di Nobeta Edaletê ya Wanê de çalakvanan bal kişandin ser "Meşa Azadiyê ya Mezin" û gotin çalakiya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bersiva li dijî bêedaletiyê ye.    Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Baroya Wanê dane destpêkirin, berdewam dike. Nobeta Edaletê ya ji aliyê TUHAY-DER'ê ve hat destpêkirin di roja 60'î de dewam dike. Di Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê danî destpêkirin de banga xwedîderketina li çalakiyê hat kirin.    Rêxistina DEM Partiyê ya Artemêtê, Dayikên Aştiyê û gelek kes çûn serdana Nobeta Edaletê.    Hevserokê DEM Partiyê yê Artemêtê Cemil Baydar bal kişand ser tecrîdê û girtiyên ev 69 roj in di greva birçîbûnê de ne silav kir.    Hevserokê TUHAY-DER'ê Çetin Uyar jî peyama xwedîderketina li çalakiyê da.    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya jî da zanîn heta tecrîd ranebe civak azad nabe.    Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin û bi erbaneyan stranên piştevaniyê hatin gotin.