Kongra Star: Li dijî êrişan xwedî helwest bin 2024-02-03 10:11:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star êrişa hewayî ya dewleta tirk ên li ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn şermezar kir û got: "Li dijî êrişan em ê li qadan bin ta serkeftinê mîsoger bikin."   Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa dewleta tirk a li dijî navenda Hêzên Ewlekariyê Hundirîn a li bajarê Qamişlo ku di encamê de 4 endamên hêzên ewlekariyê şehîd bûn û yek ji birîndar bû şermezar kir.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta tirk sê sal e bê navber ji bo têkbirina prrojeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên şoreşa jin êriş dike. Hate destnîşankirin ku dewleta tirk tevahî qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan binpê dike.   Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin û zêdebûna êrişên dewleta tirk ên li ser binesaziya herêmê û navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hemwextî operasyona paqijkirina kampa Holê ji şaneyên DAIŞ’ê têne kirin û hate diyarkirin ku ev opersyon li dijî komên ku bi destê  dewleta tirk ve hatine avakirin hatiye lidarxistin.   Di daxuyaniyê de êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên mafên mirovan û kesê azadîxwaz hate kirin ku li hember van êrişan xwedî helwest bin û bertekên pêwîst raber bikin. Hate gotin: " Em jin dê li hember van êrişan her dem li qadan bin, di nava çalakiyan de bin û li pey şopa şehîdên xwe bin heya ku serkeftin mîsoger bibe."