Li Ewropayê li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê hatin destpêkirin 2024-02-02 19:48:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Parîs a Fransayê û li London a Îngîlîstanê bi armanca rakirina tecrîda li Îmraliyê û berdana girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê hatin destpêkirin.   AVEG-KON, TSP, YS û SKB’ê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên bi mehan e li girtîgehan ji aliyê girtiyên siyasî ve tên meşandin li Parîsê dest bi greva birçîbûnê kirin. Koma xebatê ya bi navê ACTIT a girêdayî AVEG-KON'ê jî îro tevlî greva birçîbûnê bû.   Çalakvanên greva birçîbûnê li dijî gelek pêkanînên faşîst ên mîna zêdebûna îşkenceya tecrîdê ya li girtîgehan, 3 sal in agahî nestendina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ferzkirina girtîgehên Tîpa S û Y’yê li ser hemû girtiyan, kiryar ên li ser girtiyên nexweş ên mîna êrîşên qetlîamê banga têkoşîn û berxwedanê kirin. Ligel vê çalakiyê çalakvanan greva birçîbûnê bi serdana gelek saziyan tora piştgiriyê berfireh dikin. Çalakvanan Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya jî ziyaret kirin û banga mezinkirina piştgiriyê kirin.   Çalakiya greva birçîbûnê wê 3 rojan li avahiya ACTIT’ê berdewam bike.   London    Sosyalîstan ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan û serbestberdana hemû girtiyên nexweş li Londonê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.   Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropayê (AVEG-KON), Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Young Struggle bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serbestberdana hemû girtiyên siyasî, bi taybet girtiyên nexweş hat destpêkirin.