Li Amed û Stenbolê tundiya mêr 2024-02-02 18:23:00   AMED/ STENBOL- Li Stenbolê mêrê bi navê Mustafa Guler jina bi navê Katîe Erorbay bi çekê qetil kir. Li Amedê jî mêrê bi navê Veysî Çîçek jina bi navê Dîlan K.bi çekê bi giranî birîndar kir.   Li Kartal a Stenbolê mêrê bi navê Mustfa Guler jina bi navê Katîe Erorbay bi çekê qetil kir. Gumanbar piştre hewl dan xwe întîxar bike. Ekîbên hati cihê bûyerê gumanbar rakirin nexweşxanê. Cenazeya Kateî jî rakirin SaziyaTipa Edlî.   Li Amedê hewldana qetilkirina jinekê   Li Peyas a Amedê mêrê bi navê Veysî Çîçek bi çekê hewl da jina bi navê Dîlan K. qetil bike. Gumanbar Dîlan bi biranî birîndar kir û piştre întîxar kir.Veysî Çîçek li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da û Dîlan jî xetereya jiyana wê didome.