Çalakiya Nobeta Edaletê ya Stenbolê: Bila tecrîd rabe 2024-02-02 16:59:27     STENBOL - Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Stenbolê dewam dike.    Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyên Marmarayê re (MATUHAYDER) a Stenbolê, ji hêla xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin berdewam dike.   Rêveberên DEM Partiyê yên Şişli û Bayrampaşa, ANYAKAY-DER û gelek welatî tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşm hatin berzkirin kilam hatin gotin û hat gotin bila tecrîd rabe.