Di Nobeta Edaletê de 'Meşa Azadiyê' hat silavkirin 2024-02-02 15:20:41     ÎZMÎR - Di Nobeta Edaletê ya Îzmîrê de "Meşa Azadiyê ya Mezin" a li Qers û Wanê hat destpêkirin, hat silavkirin.    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan, EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) dest pê kir li Îzmîrê di roja 18'an de dewam dike. KESK, Rêxistina DEM Partiyê ya Bodrum, Bayrakli, Denizli çûn serdana çalakiyê.    Dayika Aştiyê Behiye Yalçin wiha got:"Em bang dikin ku gelê me piştgiriyê bide meşa azadiyê. Em hêvî dikin ev meş bi aştî û azadiyê û bidawîkirina tecrîdê bi encam bibe. "   Berdevkê Demkî yê Platforma KESK'ê ya Îzmîrê Bulent Karakaş got ew li dijî tecrîdê aştiyê diparêzin.    Çalakiya nobetê bi stran û serdanan dewam dike.