Li Efrînê jinek û keça wê hatin revandin 2024-02-02 13:40:15     NAVENDA NÛÇEYAN - Komên girêdayî dewleta tirk li Efrînê jinek û keça wê revandin.   Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, komên girêdayî dewleta tirk li Efrînê di 23’yê Çileyê de jinek û keça wê revandin.   Çavkaniyan da zanîn ku jina hatiye revandin navê wê Nadiya ye, ji bajarê Dûma yê gundewarên Şamê ye. Çavkaniyan got Nadiye tevî keça xwe ya bi navê Şeza (9) ji Şamê çûne Efrînê û li benda kontrolê ya Kefer Cena ya li ser rêya Efrîn û Ezazê hatine revandin. Her wiha diyar kirin ku çeteyan ji bo serbestberdana dayik û keça wê 10 hezar dolar xwestiye.   31’ê Çileyê çeteyên koma "Sultan Murad" welatiyê bi navê Silêman Berekat Eqîl (36) li taxa Zeydiye ya bajarê Efrînê revandibû û bir cihekî nediyar.   Efrîn ji 2018’an ve di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ye û sûcên revandin, destdirêjî û talankirina mal û milkan û qirkirina xwezayê lê dewam dikin.