Ji hevşaredarên berê ji bo namzetan: Li gel baş guhdar bikin 2024-02-02 09:04:35     Dîlan Babat   ENQERE - Hevşaredara berê ya Agiriyê Mukaddes Kubîlay ya niha li girtîgeha Sîncanê ya Jinan girtiye diyar kir ku pêşhilbijartinên ku DEM Partiyê li 90 navendî pêk aniye  girîng û watedarin û ji bo namzetên nû wiha got: “Divê polîtîkayên qeyûm baş bên vegotin, çavkaniyên cemawerî çawa ji rantê re hatine xerckirin ji gel re bê vegotin. Divê 24 saetan li qadan bin. Di nav gel de bin. Divê gel bê gûhdarkirin, ji daxwazên wan re bibin bersiv.”   Xebatên partiyên siyasî yên ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê didomin. Hevşaredarên berê yên ji ber tayînkirina qeyûman hatin girtin pirsên ajansa me bersivandin. Hevşaredara berê ya Agiriyê Mukaddes Kubîlay ku niha li girtîgeha Sîncanê ya Jinan girtî ye di Kanûna 2016’an de hat girtin. Tevî dîroka berdana wê tije bûye jî bi biryarên Lijneya Îdarî û Şopandinê nayê berdan.   Mukaddes ku ji 1999’an de di siyasetê de aktîf cih digire di navbera salên 1999-2009’an de du deman şaredariya Bazidê kir. Mukaddes Kubilay ji girtîgeha Sîncanê der barê hilbijartinan de pirsên me bersivand.   ‘Pêşhilbijartin bûn mînak’   Mukkadesê da zanîn ku DEM Partî bi feraseteke ku îradeya gel dide nîşandan û bi demokrasiyê xwe didomîne têkoşîna xwe didomîne û wiha got: “Di hilbijartinên herêmî de jî ev mijar girîng e. Bi namzetên ku bi feraseta xwe birêve birin û bajar birêveberirin wê pêkan be. Ev şerta ewil a siyaseta demokratîk a tevliker e.Di vir de ya girîng pêşhilbijartinên hatine kirin gelek girîngin.  Di demên dawî de modela rêxistinbûna me pêk tê. Li hinek cîhan pêşhilbijartin hatine kirin û mînak hatiye girtin. Lê ya ku ew dikin ne pêkanîna demokrasiyê ye, bi feraseta navendî kar dimeşînin.”   ‘Şertên çûyîna şaredariyê wek biryargeh nemaye’   Mukkadesê wiha vegot: “Li Agiriyê du caran hilbijartin hat kirin. Du caran jî AKP’ê hezm neikr. Her tim îtiraz kir û betal kir.Yên dengên xwe dane AKP’ê jî vê dijhiqûqiyê qebûl nakin. Dibînin ku îradeya gel hatiye xespkirin. Yên deng dan AKP’ê di tura duyemîn de deng dan me. Me bi ferqek mezin hilbijartin girtin. AKP’ê ev jî hezm nekir û qeyûm tayîn kir. Me du sal û nîvan de gelek xebat kiribû. Me proje xistibûn jiyanê. Ji sedî 85’ê gel ji xebatan kêfxweş bûn.  Me daxwazên gel li ber çavan digirt, pirsgirêk tespît dikir. Proje li gorî vê bi piştgiriya gel dikir jiyanê. Lê desthilatdariyê qeyûm tayînê şûna me kirin û em girtin.Hemû destkeftiyên me xespkirin. Şertên çûyîna şaredariyên wek biryargeh nema.”   ‘Hîna me projeyên xwe nexistibûn jiyanê qeyûm tayîn kirin’   Mukaddesê destnîşan kir ku DEM Partî û partiyên beriya wê di esasa jinê de xebat meşandine û hevşaredarên jin jî di v ê mijarê de di hişmendiya berpiryariyên xwe de bûne. Mukaddesê behsa xbatê beriya qeyûman kir û wiha vegot: “Divê prisgsirêkên civakî yên jinan li ber çavan bê girtin û polîtîka bê hilberandin. Jinan li dijî zextan gotin ‘em hene’ û dengê xwe bilindkirin. Di civînan me bi jinan re rê û rêbazên çareseriya pirsgirêkan nîqaş dikir û me li gorî encamên van civînan proje pêş dixist. Me ew bi van projeyan aktîf dikir. Em çûn koperatîfên jinan. Hîna me projeya xwe ya koperatîfê nekiribû jiyanê qeyûm hatin tayînkirin. Me atolya tekstîlê ya jinan vekir. Me bazara jinan vekir. Me lid ijî hişbir, fuhuşê têkoşîn da. Me ji bo zarok û ciwanan navend vekir. Me ciwan bi civakê re anî gel hev. Me xebatên çand û ziman meşand.Me kreşa zarokan vekir. Me bazara gel vekir. Hîna me berdewam dikir. Min mîn hîna nîvê xebat ku li Bazidê kiribû, temam nekiribû. Qeyûm hatin xebatên me nîvco man.”   ‘Me îtîraza xwe danî holê’   Mukaddesê bi lêv kir ku li dijî feraseta ku jin nikarin bikin nikarin bi rêvebibin,  wek jin ligel hev cih girtine û bi hev re xurt bûne û ev nêrîn rizandine, vala derxistine.  Mukaddesê wiha domand: “Bi vê re îradeya azad a jinê û hêza wê derdikeve holê.  Bi azadbûna jinê re ne civak hun difikirin. Ya kevn tê hilweşîn ya nû tê avakirin. Me jinan bi hev re îtîraza xwe danî holê. Jin xwedî li saziyan derketin û ev jî hêza îtîrazê nîşan dide.”   ‘Divê polîtîkayên AKP-MHP’ê bên îfşakirin’   Mukaddesê der barê hilbijartinên herêmî de jî bang  kir û wiha vegot: “Divê polîtîkayên qirêj yên AKP’ê li her derê bên îfşa kirin. Bi pereyên ji gel tên komkirin alîkariyê nadin gel. Vê wekê ku AKP wek xêra xwe dide nîşan didin. Divê nelêrêtiyên di şaredariyande baş bên gotin. Divê çavkaniyên ji rantê re tên xerckirin baş bên gotin. Divê 24 saetan li qadan bin, nav gel de bin. Ev wê hîn bêtir xurt bike. Divê gel bê gûhdakirin û bibin bersiva wan. Divê polîtîkayên AKP-MHP’ê baş bên ragîhandin. Divê xizaniya giran baş bê vegotin. Jib o ewlehiya sindoqan bê girtin divê hewldanek xurt hebe. Divê xwedîderketina sindoqan xurt be. Divê ewlehiya sindoqan bê girtin. Bila gelê me hemû polîtîkayan vala derxînin. Ji bo hemû namzetan serkeftin dixwazim.”