Kesên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2024-02-01 20:09:36   WAN - Li Wanê di ‘Meşa Azadiyê’ ku pêk hat de endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partî ya Wanê ku hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye ji aliyê partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ve navbera 1-15’ê Sibat wê ‘Meşa Azadiyê ya Mezin’  pêk bê li Wanê pêk hat. Tevî hemû astengiyan meş pêk hat û polîsan êrîşê meşe kirin. Di êrîşê de encamên meclîsa Ciwanan  a DEM Partiyê Harun Çavgun û Mehmet Halîs Saykan hatin binçavkirin.    Piştî îfadeyên li emniyetê ciwan hatin berdan.