Sibê li 4 bajarên Ewropayê li dijî tecrîdê greva birçîbûnê tê destpêkirin 2024-02-01 18:23:12   ENQERE - Sibê li Almanya, Fransa, Swîsre û Îngîlîstanê bi pêşengiya 4 saziyan ji bo bibin dengê grevên birçîbûnê yên bi armanca  azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, wê greva birçîbûnê bên destpêkirin.   Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku 34 roj in agahî jê nayê girtin û li grava Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin, greva birçîbûnê ya ku hatiye destpêkirin di roja 66'an de dewam dike.Bi armanca deng bibin grevên zindanan û daxwazên girtiyan li çar bajarên Ewropayê wê grev bê destpêkirin.   Bi pêşengiya Platforma Dengê Girtiya, Young Struggle, AVEG-KON û SKB’ê wê sibê grev bê destpêkirin û heta 4’ê Sibatê bidome. Çalakî  Koln a Almanyayê, li Parîs a Fransayê, li Basel a Swîsre û London a Îngîlîstanê destpê bike.