Li Til Hemîsê li ser Komploya Navneteweyî semîner hat dayîn 2024-02-01 16:09:15     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Cizîrê armancên Komploya Navneteweyî û rêbazên sekna li hember wê di semînerekê de gotûbêj kirin.   Bi nêzîkbûna salvegera 25'an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, Meclisa Navçeya Til Hemîsê semînerek li Navenda Çandê li dar xist.    Di semînerê de endamê rêveberiya Meclisa Navçeya Til Hemîsê Fayiq El Ehmed armancên komployê û rola dewletên komploger şîrove kirin.   Fayîq destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan projeyeke demokratîk pêşkêş kir ku mafên tevahî pêkhateyan dabîn dike û alternatîfê pergalên zordest e.   Fayîq diyar kir ku pêkhateyên herêmê serî ji hegemoya kapîtalîst natewîne û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, azadiya gelan û demokrasiyê dê têkoşînê berdewam bikin.   Di dawiya semînerê de sînevizyonek têkildarî komploya navneteweyî, berdewamkirina wê li dijî gelan û berxwedana gel li hember wê hate pêşandan.