Li Êlihê Nobeda Edaletê hat destpêkirin 2024-02-01 15:08:56     ÊLIH - Nobeda Edaletê ku li gelek bajarn dewam dike îro li Êlihê jî hat destpêkirin. Di roja ewil a nobedê de banga hestiyariya li dijî tecrîdê hat kirin.   Nobeda Edaletê ya ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di pêşengiya saziyên sivîl û malbatên girtiyan de li Êlihê hat destpêkirin. Çalakiya ku di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUAY -DER) de hat destpêkirin, Namzedên hevşaredariyê yên Êlihê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Sonuk û Mehdî Oztuzun, Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgea Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştevaniya bi kesên Xizmên xwe li Dergûşa Şariystaniyê windakirine (MEBYA -DER), Hewldana 78'an, partiyên siyasî û gelek kes tevli bûn.    Banga hestiyariyê   Endamê Hewldana 78'an Omer Kurt, bal kişand ser girîngiya hestiyariyê û got ku tecrîda li ser civakê belav bûye zerarê dide azadiya civakê . Omer ku banga bidawîkirina tecrîdê kir wiha got, "Di serî de Abdullah Ocalan em ji bo herkesê ku di girtîgehan de di bin tecrîdê de ne û înfazên wan tên şewitandin banga hestiyariyê dikin."   Dest bi nobedê kirin   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Sultan Azboz jî bertek nîşanî tundî û zilma li ser girtiyan da û banga hestiyariyê li raya giştî kir. Piştî axaftinan girse derbasî avahiya DBP'ê kir û dest bi Nobeda Edaletê kir.