Rawestgeha duyemîn ya Meşa Azadiyê: Muxatap Abdullah Ocalan e 2024-02-01 14:54:11     WAN - Di axaftinên li Payîzava ya rawestgeha duyemîn a Meşa Mezin a Azadiyê ya Şaxa Wanê hat kirin de wiha hat gotin, "Muxatab Abdullah Ocalan e."   "Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê 15 rojan bidome, li Wanê dest pê kir. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û gelek saziyên sivîl piştî meşa li navenda Wanê çûn Payîzava. Girseya ku li vir gel silav kir, li avahiya rêxistina Navçeya Payîzava ya DEM Partiyê hatin cem hev.   'Welat nayê birêvebirin'   Li vir Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî. Tuncer bal kişand ser girîngiya meşê û got, “Tirkiye 100 sal in hewl dide ku nehêle kurd maf û statuya xwe bi dest bixin. Rê tune ku wan neceribandiye. Pereyên ku ji karkeran kom kirin ji bo neçareserkirina vê pirsgirêkê xerc kirin. Welat nayê birêvebirin, di kaosê de ye. Karker û xizan ji bo debara xwe bikin deyn digirin. Sedema ku erdnîgariyeke wisa dewlemend di nav xizanî, kaosê de dijî, xitimandina pirsgirêka Kurd e. Me îro bi meşa azadiyê re dest bi meşê kir ku çaresernekirina pirsgirêka Kurd wê bi kêrî Tirkiyeyê were. Eger pirsgirêka Kurd çareser bibe, muxatabê vê pirsgirêkê jî heye. Kurd muxatab in û dibêjin 'Ocalan muxatabe e. Bila Kurd bibin xwedî mafên xwe û bila Tirkiye demokratîk bibe. Rêya vê yekê jî diyalog e. Di vê muzakereyê de aktorê herî girîng Abdullah Ocalan e."   Girîngiya yekitiyê   Tuncer bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya berê dabûn destpêkirin û wiha got: “Di wê demê de aştî û aramî pêk dihat. Dewletê li ser zihniyeteke tarî pêvajo bi dawî kir. Divê ev sedsal careke din nebe serdema zext û girtinên dewletê. Bila pêvajoyek ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe û birêz Ocalan azad bibe bê destpêkirin. Em ji bo vê dimeşin. Ev meşa wê berdewam bike. Heta ku pirsgirêka kurd çareser bibe û birêz Ocalan û girtiyên siyasî azad bibin wê bidome. Ev mesele meseleya me ye. Pirsgirêka gelên Tirkiyeyê ye. Ger em bi hev re bin û tifaqa xwe mezin bikin, tu pirsgirêkek ku em nikaribin çareser bikin tune ye. Ger em weke Kurd bibêjin 'Em bi hev re ne, em çareseriyê dixwazin, navnîşana çareseriyê diyar e' dê çareserî pêk were. Çareseriya wan înkar û tundî ye. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Wanê wê destekê bide vê meşa azadiyê, hevşaredarên me jî wê bi piştgiriyeke xurt pêşengiyê bikin. Em bi hêvî û moral in."   Têkoşîna xwe bidomînin…   Hevseroka Navçeya Payîzava Berfîn Kuşman ku piştre mafê axaftinê girt, bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan. Berfînê destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê dê têkoşîna xwe bidomînin û got, "Em weke gelê Kurd azadiya xwe û zimanê xwe dixwazin. Bi bedelên ku me dane û pirsgirêkên ku me heta niha pê re mijûl kirine, em li vir in. Tu kes nikare me bitirsîne."   'Gelê Kurd dê deriyên zindanan veke'   Piştre Namzeta Hevşaredaryê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedall axivî û diyar kir ku meşê bi coşeke mezin destpê kir. Neslîhanê got, "Gelê Kurd wê deriyên zindanan veke û Rêbertiyê azad bike."  Neslîhanê bal kişand ku ev 100 sal in zilm li ser gelê Kurd tê meşandin û got, “Gelê Kurd, azadîxwaz û mafên xwe, wê bi vê têkoşînê bi ser bixîne. 100 sal in têkoşîneke mezin tê meşandin. Gelê Kurd îro careke din bi serê xwe têkoşîna xwe dimeşîne. Ev meş wê bibe alîkar ku tecrîd bê bidawîkirin."   Roja dîrokî   Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî diyar kir ku îro rojeke dîrokî ye û destnîşan kir ku sedema pirsgirêkên gelê Kurd û Tirkiyeyê dijî pirsgirêka Kurd e. Abdullah destnîşan kir ku rêya jiyana azad û hevpar a li Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka Kurd e û got, “Muxatabê çareseriyê Birêz Ocalan e. Bi salane tecrîd tê meşandin. Hevalên me li dijî vê bêhiqûqî û bêexlaqiyê dest bi greva birçîbûnê kirin. Em dixwazin tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û azad bibe. Banga me ew e ku daxwazên hevalên me. Gelê Kurd jî piştgiriyê dide vê pêvajoyê."   Piştî daxuyaniyê kesên tevlî Meşa Azadiyê bûn bi tilîlî û dirûşmAN ber bi navçeya Elbakê ve meşiyan.