Li dijî êrişên dewleta tirk daxuyanî hatin dayin 2024-02-01 14:14:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisên Malbatên Şehîdan ên kantona Cizîrê êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK'ê û bikaranîna çekên qedexekirî ya li dijî gerîla, bi daxuyaniyên cuda şermezar kirin û bang kirin ku helwesteke cidî li hember sûcên dewleta tirk bê nîşandan.   Meclisên Malbatên Şehîdan ên kantona Cizîrê bi daxuyaniyên cuda li Qamişlo, Tirbespiyê, Til Koçer û Til Hemîsê êrişên dewleta tirk  ên bi hevkariya çekdarên PDK’ê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên qedexekirî, şermezar kirin.    Şênî, nûnerên partî û saziyên sivîl ên her bajar û navçeyan tev li wan çalakiyan bûn.   Di daxuyaniyan de êrişên kîmyewî yên dewleta tirk ên li dijî gerîla hatin şermezarkirin.   Her wiha bang li partî û hêzên siyasî hat kirin ku helwesteke cidî û hevgirtî li hember sûcên dewleta tirk nîşan bidin.