Viyan Soran li Şehbayê hat bibîranîn 2024-02-01 12:13:17     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn-Şehba Viyan Soran bi bîr anî.   Leya Walî Huseyîn bi nasnav Viyan Soran di 2'yê Sibata 2006'an de bi boneya salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir. Şoreşger û pêşenga Kurd Viyan Soran di 18’emîn salvegera xwe de ji aliyê Meclisa Jin a Malbatên Şehîdan a Efrîn-Şehba hat bibîranîn.   Çalakiya bîranînê li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa Şehbayê pêk hat. Endam û rêveberên Meclîsên Malbatên Şehîdan a Şehbayê beşdarî çalakiyê bûn.   Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê endama Komîteya Perwerde ya Meclisa Malbatên Şehîda Efrîn-Şehba Cûdî Mustafa name û jiyana pakrewan Viyan Soran xwend, her wiha sinevizyon li ser jiyana pakrewan Viyan Soran hate pêşandan.   Çalakî bi dirûşmeya "Şehîd namirin","Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.