Darvekirina ciwanên Kurd li ber NY’ê hate şermezarkirin 2024-01-31 19:50:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Darvekirina 4 ciwanên Kurd, bi çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan her Çarşemê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, hate şermezarkirin.   Kurdistanî di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji 25'ê Çileya 2021'an ve her roja Çarşemê li Meydana Natîonsê ya ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî lê ye çalakiya rûniştinê li dar dixin.   Çalakiya vê hefteyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo ciwanên Kurd Mohsen Mazlûm, Mihemed Faramerzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî ku roja Duşemê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, destpê kir.   Li ser navê komîteya çalakiyê Îbrahîm Yuksel têkildarî êşkenceya giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî da û got: “Tecrîda dijmirovahî ya li ser Rêberê me roj bi roj zêde dibe û êrîşên li ser gelê Kurd û Kurdistanê jî dewam dikin."   Îbrahîm grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ên ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatine despêkirin silav kir û bal kişand ser pêvajoya komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an.Îbrahîm hêzên wê demê yên di nava komployê de bûn û bêdengiya li dijî êrîşên li ser çar parçeyên Kurdistanê û gelê Kurd rexne kir.   Îbrahîm diyar kir ku ew ê weke gelê Kurd û dostên wan ji bo serkeftina pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ya di 10'ê Cotmeha 2023'an de bi pêşengiya dostên Kurdan li qada cîhanê hat destpêkirin, wê li qadan bin û wiha dirêjî daye: “ Di navbera 10-15'ê Sibatê de enternasyonalîst wê ji Baselê heta Strasboûrgê bimeşin. Ji bo  meşa dirêj û çalakiya navendî ya 17'ê Sibatê li bajarê Koln ê Almanyayê bê lidarxistin banga tevlîbûnê dikim.”   Piştî axaftina bi dirûşmeyan çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam kirin.