Ji bo taloqkirina înfaza Muhlîse Karaguzel kirariyên hiqûqî hatin destpêkirin 2024-01-31 18:09:07   ÎZMÎR- Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare girtî bimînre’ girtiya nexweşa giran Muhlîse Karaguzel tê girtin. Ji bo emelyata dil a Muhlîseyê daxwaza malbatê hat girtin û parêzerê wê jî bo taloqkirina înfazê kiryariyên hiqûqî  hatin destpêkirin.   Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel ya 60 salî ku li girtîgehaTîpa R ya Menemenê girtiye, di 4’ê Gulana 2023’an de ji ber xitimandina damaran rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Ataturk.  Muhlîse di 22-26’ê Çile de du caran anjiyo bû û 26’ê Çile de dîsa rakirin nexwşexanê. Doktoran got divê Muhlîse ji dil emelyat bibe.  Ji bo emelyatê hatibû gotin ku divê malbat erê bike.    Malbatê ji bo emelyatê daxwaz erê kir û hîna dîroka emelyatê diyar nebûye. Parêzeran jî piştî erêkirina malbatê ji bo taloqkirina înfazê serlêdanên hiqûqî kir.